Ji bo piştevaniya bi 10 aktîvîstên Kurd ên ji doza PKK’ê tên darizandin mîtîng
Ji bo 10 aktîvîstên Kurd ên li Danîmarkayê ji nû ve tên darizandin li Kopenhagê çalakiyek hat lidarxistin.
Ji bo 10 aktîvîstên Kurd ên li Danîmarkayê ji nû ve tên darizandin li Kopenhagê çalakiyek hat lidarxistin.
10 aktîvîstên Kurd ên Îlona 2012’an ji doza PKK’ê hatin girtin, 3 mehan di bin tecrîdê de hatin hiştin û Cotmeha 2014’an ji bo bêsûc hatin dîtin hatin beraetkirin, li ser îtîrza dozger ji nû ve tên darizandin.
Doza 31’ê Tebaxa 2015’an destpê kir û heta Tîrmeha 2016’an wê dewam dike, hefteyê sê rojan wê li Østre Landsret a Dadgeha Bilind a Danîmarka pêk bê.
10 aktîvîstên Kurd bi sedema ji bo ROJ TV û gelê Kurd ê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye alîkariya madî ya pereyan kom dikin, li hember pêşveçûnên li Kurdistanê bêdeng namînin mîtîng, meş û aktîvîteyan li dar dixin tên darizandin.
Bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên saet 14.00’an li ber dadgehê bûn xwedî li 10 aktîvîstên Kurd derketin.
Di mîtînga piştgiriyê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarka li dar xist, der barê dozê û pêvajoya dadgehê de belavok hatin belavkirin û axaftin hatin kirin.
Di mîtîngê de Annette Mørk li ser navê Komîteya Piştevaniyê ya Em Girtiyên Siyasî Naxwazin a Danîmarka û li ser navê 10 aktîvîstên bi awayekî negirtî tên darizandin axaftin hatin kirin.