Ji bo pirsgirêka Kurd Înîsiyatîfa Navneteweyî hat ragihandin

Ji bo pirsgirêka Kurd Înîsiyatîfa Navneteweyî hat ragihandin

Li ser banga sermetranê teqawît yên xwediyê Xelata Nobelê Destmond Tutu, ji bo ku li Tirkiyeyê diyologa çareseriya pirsgirêka kurd ji nû ve bê destpêkirin, avabûna Însiyatîfa Aştiyê ya Navnetewî li Brukselê ragihand. Însiyatîfa li ser banga Desmond Tutu hat avakirin di nava kesên pêşî îmze avêtinê de lîderê Ruhanî yê Tîbet Dalaî Lama, serokê Sinn Fein Gerry Adams, ji serokên berê yê DYA’yê Jîmmy Carte hene.

Siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo ku bi awayeke fermî avakirina Lijneya Însiyatîfa Aştiyê ya Navnetewî rabigihînin li Brukselê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Axafatina vekirinê ji sekreteriya însiyatîfa Aştiyê ya Navnetewî Anna Irvîn kir. Irvîn diyar kir ku armanca însiyatîfê ew ku di navbera hikûmeta tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyalog bê destpêkirin.

Xwediyê Nobelê ku di heman demê de wî banga însiyatîfê Desmand Tutu yê ji Efrîkaya Başûr di civînê peyamek bi vîdeo şand. Tutu wiha got: “Divê di navbera Ocalan û dewletê de diyalog bê destpêkirin. Ocalan kesê sereke yên çareseriya pirsgirêka kurd e.” Tutu banga agirbestê li her du aliyan kir.

Piştre nûnerê Belçîkayên yê rêberê Ruhanî yê Tîbet Dalaî Lama Rîgzîn Choedon Genkhang jî axivî. Genkhang diyar kir ku Dalaî Laman bi salane ji bo pirsgisrêkên herêmên pevpçûn lê hene çareser bike hewl dide û got ku di 50’emîn salvgera beyanameya mafê mirovan a gerdûnî de de divê hemû pirsgisrêk bi diyalogê çareser bibe û wiha got: “Hemû cîhan global bûye. Pirsgirêk bandor li hermû kesî dike. “

Li ser navê Desmond Tutu, parêzer Essa Mossa ku tevlî konferansê bû diyar kir ku wî ji paytexta Cape Town a Efrîkaya Başûr silav aniye. Mossa da zanîn ku divê di navbera dewleta tirk û Ocalan de diyalog bê destpêkirin û got ku gelek şexsiyetên girîng yên xelata Nobelê girtine îmze avêtine metna bangê.

Mossa wiha got: “Di navbera kurd û tikran de ligel nêrînên cuda hene divê alîgir bi diyalogê çareseriyê pêk bîne. Mînak ya li Efrîkaya Başûr diyalogê anî.”

Di nava Însiyatîfa ku li ser banga Desmand Tutu hat avakirin de lîderê Tîbetê Dalai Lama, serokêdewletê berê ya Tîmora Rojhilat Jose Ramos Horta, Serokê Sinn Feinê Gerry Adams, Serokê berê yê DYA’yê Jimmy Carter, serokwezîrê berê yê Norwecê Kjell Magne Bondevik, Serokwezîrê berê yê Swêdê Ingvar Carlsson, Serokwezîrê berê yê Finlandiya Paavo Lipponen, Serokwezîrê Danimarka Ander Jorgensen û Wezîrê Karê Derve yê berê yê Danimarka Kjled Olesen jî heye.