Ji bo Penahî kampanyaya azadiyê

Rejîma Îranê, biryar dabû ku girtiyê siyasî yê Kurd Rehîm Hisên Penahî, piştî cejnê darve bike. Bertekên li hemberî vê biryarê zêde dibin.

Rejîma Îranê, heta niha gelek gelek siyasetmedar û kesayatiyên Kurd darve kirine. Yek ji van jî girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ye.

Rejîmê biryara dabû ku Penahî piştî cejnê bi darve bike. Li hemberî vê, li ser tevna civakî kampanyaya bi navê #RahimHosseinpanahi #SosRahim hastag hatî destpêkirin, li Rojhilatê Kurdistan û çar aliyên cîhanê deng veda. Ji bo rawestandina darvekirina Penahî li Rojhilatê

Kurdistan û çar aliyê cîhanê bang û çalakî pêk tên. 

Ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Penahî, li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin. 
Çalakvanên xwestî ku darvekirina Penahî bê rawestandin, dirûşmeyên “Em bibin dengê penahî!”, “Ji darvekirina Penahî re na!” hatin berzkirin. Her wiha pankartên li ser wan, “Azadî

Ji bo girtiyên siyasî”, “Em darvekirinê naxwazin” hatin vekirin.
Rêveberên girtîgeha Sineyê, di 19’ê Gulanê de ji malbata Penahî re ragihandibûn ku wê piştî cejnê Penahî darve bikin.