Ji bo Penahî ji Hamaney re daxwazname hate şandin

40 hiqûqnas, siyasetmedar û rojnamevanên ji Îranê û Rojhilat ji bo ku cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisên Penahî were betalkirin, bangî lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney kirin.

40 hiqûqnas, siyasetmedar û rojnamevanên ji Îranê û Rojhilat ji bo ku cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisên Penahî were betalkirin ê ku hatibû diyarkirin ew ê piştî Cejna Remezanê were darvekirin, ketin nav hewldanan. 40 kesan daxwaznameyeke hevpar ji lîderê olî yê Îranê Seyyîd Alî Hamaney re şandin.

DAXWAZNAME

Di daxwaznameyê de tê gotin ku, “Ji Cejna Remezanê re demeke kurt ma. Cejn tê wateya kêf û yekîtiyê. Bi vê mebestê em dixwazin cezayê îdamkirinê yê Ramîn Hisên Penahî were betalkirin.”

Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku Kurd li gorî çand û baweriya xwe dijîn û bila cezayê darvekirinê yê li ser Penahî were betalkirin.

Penahî di 23’ê Hezîrana 2017’an de di kemîneke pastaran de bi awayekî birîndar hatibû dîlgirtin. Penahî tekane kes bû ku ji êrîşî bi birîndarî rizgar bûbû û çeka Penahî tunebû. Behzad Nûrî, Hamed Seyf Penahî û Sabah Huseyîn Penahî di kemînê de hatibûn înfazkirin. Penahî yê ku bi hinceta endamê rêxistina Komalayê ye, hatibû girtin û di meha Nîsanê de biryara darvekirina wî hatibû dayîn. Ji ber nerazîbûnan darvekirina Penahî ya meha Gulanê hatibû taloqkirin. Ji bo betalkirina biryara darvekirinê bangî Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hatibû kirin.