Ji bo parvekirina li ser Facebookê 9 sal û 7 meh ceza!

Ji bo parvekirina li ser Facebookê 9 sal û 7 meh ceza!

Li Dîlokê kesê bi navê Metîn Ozturk ku yek ji 10 kesên ku bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatin giritn, ji ber parvekirinek li ser Facebookê li rastî 9 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hat. Metîn Ozturk xwest bi Kurdî parsatina xwe bike, lê ev yek hate redkirin û li hemberî cezayê lê hate birîn ji xwe re şaş ma.

13’yê sibata 2012 polîsan li Dîlokê bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de girtin û 10 kesên bi hinceta li ser Facebookê “propandaya rêxistinê kirine” girtin û şandin girtîgehê. Rûniştina doza 10 kesên li Dîlokê hatin girtin, 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hat.

Li kesê bi navê Metîn Ozturk bi hincetên “bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye” û “endamê rêxistinê ye” li rastî 9 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hat. Metîn Ozturk ku daxwaza wî ya parastina bi Kurdî nehate qebûlkirin, bi nameyekê mexdûriyeta xwe ragihand.

‘JI BER KU BI KURDÎ AXIVÎM LI RASTÎ CEZA HATIM’

Ozturk destnîşan kir ku dadgehê daxwaza parastina bi Kurdî red kiriye û got: “Tenê ji ber Facebookê ceza dan min. Mirov çawa dikare li ser malpereke wiha bi “endamtiya rêxistinê” bê darizandin û cezakirin. Dîwana dadgehê ji ber ku tenê ez bi Kurdî axivîme ceza daye min. Ji biryara dadgehê dixuyê ku kî daxwaza parastina bi zimanê zimakî dike weke edamê rêxistinê tê nîşandan.”