Ji bo parêzeran keştiya diçe Îmraliyê dîsan xirabe ye

Ji bo parêzeran keştiya diçe Îmraliyê dîsan xirabe ye

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêkbîne hatibû kirin, bi hinceta “keştî xirabeye” hate redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina heftiyane ya asayî bi muwekîlê xwe Ocalan re pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn,lê belê dîsan bersiva nerênî hat. Îdareya Girtîgeha Îmraliyê îdiakir ku, keştiya diçe îmraliyê xirabeye û ragihand ku hevdîtin dê pêk neyê.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Hevdîtin her tim bi hincetên weke "Keştî xirabeye" û "Rewşa hewayê” tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.