Ji bo Ozgur Gundem bûn yek dest
Hêzên Demokrasiyê, li Fîncanci, Onderoglû û Nesîn ên ji ber piştgirî dan Ozgur Gundemê hatin girtin, xwedî derketin. Di çalakiyê de banga mezinkirina piştgiriyê hate kirin, peyam hate dayîn ku wê paşde gavê navêjin.
Hêzên Demokrasiyê, li Fîncanci, Onderoglû û Nesîn ên ji ber piştgirî dan Ozgur Gundemê hatin girtin, xwedî derketin. Di çalakiyê de banga mezinkirina piştgiriyê hate kirin, peyam hate dayîn ku wê paşde gavê navêjin.
Gelek saziyên ku di nav wan de DÎSK, KESK, ÎHD, THÎV, TTB, TMMOB û TGS jî hebûn, bi mebesta şermezarkirina girtina Rêveberên Weşana Giştî yê Nobedar ê Rojnameya Ozgur Gundemê, Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanî, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglu, piştevaniya xwe rojnameya Ozgur Gundemê nîşan dan.
Piştî serlêdana piştevaniyê berdevkên saziyan, wekîlê HDP’ê Garo Paylan, rojnamevan, hunermend, parazvanên mafê mirovan, berdevkên partiyên siyasî û gelek kesên dî li ber avahiya rojnameyê daxuyaniyeke hevpar dan. Di çalakiya ku wêneyên Fîncancî û Ozgur Gundemê hatibûn hildan, pankarta ‘Çapemeniya Azad nikare were girtin’’ hate vekirin. Hemûyan bi hev re dirûşma, ‘’Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin’’, ‘’Çapemeniya azad ne tenê ye’’, ‘’Bêdeng nemîne, ji faşîzmê re na’’, ‘’ne binçavkirin, ne girtin û ne jî zext û zordarî nikare me çavtirsandî bike’’ hatin berzkirin.
‘’PIŞTEVANÎ WÊ BIDOME, EM SERÎ NATEWÎNİN’’
Axaftvanê pêşî Serokê Çapemeniya DÎSK- Sendîkaya Kar, Rojnamevan Faruk Eren, got ku ew ê wekî sendîka û rêxistinên pîşeyî, li hemberî êrîşên bi ser çapemeniya azad de, piştevan bin.
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê(TGS) Ugur Guç jî got,’’Ev vexwendina şer a desthiatdariyê ye. Li hemberî hêzên ku dixwazin rojnamevaniyê tune bikin û welêt ber bi tariyê ve bibin, divê em li ber xwe bidin.’’ Guç piştî ku peyama bihevrebûnê da, wiha domand, ‘’Em ê li pey rastiyê bin û nivîsa xwe bidomînin Em ê serî netewînin.’’
Serokê TGS’ê Turgay Olcayto jî got,’’ Em pê dizanin ku li Tirkiyê azadiyê derbirînê nîn e, lê belê em ê qet xwe bê hêvî nekin.’’
‘’JIYANEKE KU XWE LI SER ÊŞKENCEYAN, BİNPÊKIRINÊN MAFAN KIRÎ’’
Berdevkê THÎV’ê yê Stenbolê Umît Efe, diyar kir ku girtinên ku têne zanîn darbeyeke li dijî piştevaniyê. Efe anî zimên ku serokê THV’ê Şebnem Korur Fîncanî jiyana xwe li ser pêşîlêgirtina binpêkirina mafê mirovan û êşkenceyê kiriye û bi bîr xist ku Fîncancî ji Bosnayê bigirin ta bi Filîstînê, ji Emrîkaya Başûr bigirin ta bi Efrîkayê, ji ciwanên Manîsayê ku di sala 1993’yê de bi êşkencê re hevrû bûne bigirin ta bi jêrzemîna hovitiyê ya Cizîrê, li hemû sûcê dijî mirovahiyê rawestiyaye. Efe got, wê nikaribin dengê ku govaniyê ji heqîqetê re dike, tomariya wê dike û di hewldana berbelavkirina heqîqetê de ye, heps bikin û wiha domand, ‘’ Em wekî THÎV, ta ku ev sepanînên derhiqûqî bi dawî bibin, li cofgrafyaya ku em lê dijîn û li hemû dinyayê, heya ku binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’
‘’LI HEMBERÎ ÇAVTIRSANDIN Û ZEXTAN EM Ê TÊKOŞÎNÊ GUR BIKIN’’
Rasîşt Tukelê ku li navê Yekitiya TTB’ê, KESK’ê, DÎSK’ê û Platforma Hevpar axivî got,’’Li welatê me rojnamevan, akademîsyen, xwendekar, rewşenbîr, hunermend, parêzer û parazvanên mafê mirovan têne binçavkirin û girtin’’ û bertek li dijî vê nîşan da. Tukel destnîşan kir li welatê ku ew lê dijîn zext û zordarî her ku diçe zêdetir dibin û tekana armanca van zext û zordariyan jî ew e ku kesên ku li dijî zext û zordariya li ser saziyên serbixwe ên çapemeniyê û sepanînên dijdemokratîk têkoşînê didin, çavtirsandî bikin. Tukel got,’’Em dixwazin ku her sê hevalên me bi bayê bezê serbest werin berdan û ji hêla din ve jî hemû pêkutî û çewisandin bi dawî bibin.’ ‘ Û di dawiyê de jî Tukel diyar kir ku ew ê li dijî van çewisandin û pêkutiyan têkoşîna xwe jî bidomînin.
‘’EV ÊRÎŞ LI DIJÎ GEL GIŞTÎ NE’’
Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan, diyar kir ku divê ev desteka ku îro li ber rojnameya Ozgur Gundemê hatiye dayin divê were mezinkirin. Boltan got,’’Têkoşîna azadiya çapemeniyê kelha têkoşînê ye’’ bal kişand ser rojnamevanên ku li Kurdistanê di nav guleyan de kar û barê xwe dikin û bi vî rengî domand, ‘’ Li Kurdistanê têkoşîna berxwedanê ya hevalê me heye. Li dijî van hevalên me êrîşên pir cidî hene, êrîşa li ser Ozgur Gundemê jî parçeyek ji van êrîşan e. Hedefa van êrîşan ne tenê Ozgur Gundem e, her wiha gel e jî.’’
HÎLAL NESÎN: EZ BI HEVJÎNÊ XWE SERBILIND IM
Hîlal Nesîn diyar kir ku ew bi hevjînê xwe Ahmet Nesîn serbilind e û domand,’’Hevjînê min, tenê ji ber ku heqê agahdarbûna gel parastiye, hatiye girtin. Jê re, ‘’terorîst’’ dibêjin lê li vî welatî tenê yek terorîst heye û ew jî kifş e bê ka kî ye’’
Keça Fîncanî Kardelen jîg ot,’’ Em hatin dawiya serdemekê. Wek diya min gotî, em hatin destpêkê.’’
‘’EM Ê DEYNÊ XWE BIDIN WAN’’
Piştî axaftinan daxuyaniya hevpar a çapemeniyê Gerînendeyê Nivîsê yê Ozgur Gundemê, Înan Kızılkaya xwend. Kızılkaya, ‘’ Hûn me nas dikin. Rojnameya me ku yek ji serdema herî tarî ya Tirkiyê, sala 1990’î de dest bi weşana xwe kirî, di jiyana xwe ya çarîk sedsalekê de tim bûye dengê muxalîfan û yên çewisandî. Ne me bi paş ve gavek avêt û ne jî em ji nivîsîna rastiyê man. Kizilikaya bal kişand ku zext û zordariyên bi ser çapameniya azad de parçeyek ji ‘’Plangeriya Rûxandinê’’ ye û di nav çarçoveya vê plangeriyê de ne tenê Ozgur Gundem, lê her wiha hemû kes û aliyên ku xwe ji Qesrê re daqûl nakin û rajêrî wê nabin bûye hedef û êrîş hatine destpêkirin. Kizilikya diyar kir ku tam jî di rewşeke wiha de der heqê hemû kesan de ku ji bo rojekê rêveberiya weşanê girtine ser xwe yek bi yek lêpirsîn hatine vekirin. Kizilkaya bi bîr xist ku duh, di nav vê çarçoveyê de bi fermana Qesrê 3 rêveberên giştî hatin girtin û wiha domand,’’Ev rasterast biryareke siyasî ye. Li vir tê gotin,’’ heke hûn xwe nêzî Gundemê bikin, mala we xira bû.’’ Lê ew çiqasî zelal bin em jî ewqasî zelal in. Heke piştevanî wan bêhtengî dike, naxwe em di rêyeke rast de ne.’’ Kizilkaya got ew deyndarê 3 rêveberên girtî ne û got: ‘’Em ê deynê xwe bi nivîsê bidin.’’
Herî dawî Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Dogan Erbas jî bi mebesta piştevaniya li Ozgur Gundemê, got ew ê ji sibehî şûn ve li navçeyên ku ew lê ne, wê rojnamayê belav bikin.