Ji bo Ozbek a 72 salî biryara 'berdewama rehînebûnê'
Îtîraza li ser girtîbûna Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek a 72 salî û bi nexweşiya giran hate redkirin.
Îtîraza li ser girtîbûna Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek a 72 salî û bi nexweşiya giran hate redkirin.
Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek a 72 salî jî bi çarçoweya qirkirina siyasî ya li ser KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) hatibû girtin. Ozbek a ku bi rengekî nehiqûqî bi îdîaya 'endama rêxistinê ye' hatî girtin li girtîgehê di hicreya karantînayê de ye.
Parêzerên Obek diyar kirin ku Ozbek ji ber temenê xwe û gelek nexweşiyên kronîk nikare li girtîgehê bimîne û xwestin ku were berdan.
Dadgeriya Silh û Cezayê ya Nobedar a Amedê biryar li ser da ku Ozbek girtî bimîne.
Parêzera Ozbek Gulşen Ozbek got, Makbûle Ozbek 72 salî ye, du zarokên xwe ji dest dane û ji bo ku zêdetir mirov nemirin dikare têkoşînê bide.