Ji bo Ortakaya li Kadikoy teziye

Ji bo Ortakaya li Kadikoy teziye

Ji bo Kader Ortakaya ya dema xwest ji navçeya Pirsûs a Riha derbasî Kobanê bibe, ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, li Kadikoy a Stenbolê konê teziyeyê hat vedan.

Di konê teziyeyê yê li ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya HDP’ê hat vedan, wêneyên Ortakaya hatin daliqandin û find hatin pêxistin.

Meclîsa Ciwanan a Kadikoy a HDP-HDK’ê wê ji bo Ortakaya îro saet 19.30’î li ber Peykerê Boga yê li Kadikoy kom bibin û bi meşê wê biçin konê teziyeyê.