Ji bo Ocalan name ji CPT, Îmrali û Wezaretê re hatin şandin
Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin ji Stenbolê name û faks ji CPT, Girtîgeha Îmraliyê û Wezareta Dadmendiyê re hatin şandin.
Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin ji Stenbolê name û faks ji CPT, Girtîgeha Îmraliyê û Wezareta Dadmendiyê re hatin şandin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name hatin şandin. Ji bo ku Ocalan demildest bi şandeyeke siyasî, malbat û parêzeran re hev bibîne ji gelek deverên Stenbolê name û faks ji bo Girtîgeha Imraliyê, CPT û Wezareta Dadmendiyê re hatin şandin.
‘HETA KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE..’
Endam û rêveberên HDP’ê yên ku li Meydana Galatasarayê ya Taksîm a Beyogluyê hatin cem hev fikarên xwe yên li ser ewlehî û tenduristiya Ocalan diyar kirin. Li ser navê girseyê Hevseroka Navçeya Beyoglu a Stenbolê Gulser Bîter axivî û xwest kirinên nehuqî û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku garantiya aştî û jiyana azad e rabe. Bîter daxwaze kir ku zexta li ser gelê Kurd ku her diçe zêde dibe bi dawî be, parlamenterên HDP’ê yên ku rehîn hatine girtin demildest serbest werin berdan û wiha dom kir, ‘’Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û hemû hevalên me werin berdan têkoşîna me wê bidome.’’
NAME
Di nameyan de ku ji bo Girtîgeha Imraliyê, CPT û Wezareta Dadmendiyê re hatine şandin wiha tê gotin:
‘’Birêz Abdullah Ocalan ev 18 sal in bi polîtîkayeke taybet ku di ‘Sîstema Imraliyê’ de tê hiştin tecrîda giran li ser tê danîn ku cihê vê di ti hiqûqa gerdûnî de, di tê rêgezan de nîn e, bi rengekî kêfî ev tecrîd tê danîn û li dijî mirovahiyê ye. Bi taybetî jî ev 2 sal û nîv in di nav şertên girankirî yên tecrîdê ye, agahî jê nayê wergirtin û destûr nayê dayin ku bi malbat û parêzeran re hev bibîne. Di dema dawî de îdîayên hêwilnak, ên derbarê rewşa Giravê yên bi rêyên ne fermî gelekî taloke ye û fikaran çêdike. Em ji ewlehî û jiyana Birêz Ocalan bi fikar in. Ji bo vê jî heta ku kêlî beriya kêliyekê şandeyeke siyasî, malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevditinê nekin wê fikarên me ranebin. Daxwaza me ew e ku kêlî beriya kêliyekê dawî li şertên tecrîdê were.’’