Ji bo mîtînga li Kolnê banga tevlîbûnê

Li bajarê Elmanya Kolnê wê di 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê de polîtîkaya şer a AKP'ê were şermezarkirin.

Mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Kolnê ve tê organîzekirin, li pêş Dêra Domê wê saet di 15:00 de destpê bike û heta saet 20:00 dewam bike.

'BI RUHÊ VEJÎNÊ EM TEVLÎ MÎTÎNGÊ BIBIN'

Komîteya Amadekar a Mîtîngê ji bo çalakiyê ev bang kir: "Pêla êrîşan a Erdogan û AKP'ê li hemberî gelê Kurd daye destpêkirin bênavber dewam dike. Weke Kurdistaniyên li Kolnê dijîn, em ji bûyerên diqewimin bi fikarin û nikarin li ji destdayîna canên xwe temaşe bikin. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya Kurdistanî û dostên xwe yên li Koln û derdora wê dijîn dikin ku tevlî mîtînga me ya roja 15'ê Tebaxê rast tê bibin û bi ruhê vejînê bersivê bidin êrîşan."