Ji bo mitînga 'Aştî, ked û demokrasiyê' bang

Ji bo mitînga 'Aştî, ked û demokrasiyê' bang

Rêxistina BDP'a Edene û Lijneya Rêvebera a HDK'ê ya Edeneyê di 1'ê Hezîranê de mitîgan bi slogana "Gel ji bo aştî, wekhevî, ked û demokrasiyê li hev tên" li dar dixe û ji bo tevlîbûna mitîngê bang kirin.

Rêxistina BDP'a Edene û Lijneya Rêveber a HDK'ê ya Edene di 1'ê Hezarînê de mitînga bi slogana "Gel ji bo aştî, wekhevî, ked û demokrasiyê li hev tên" li Şanoya Vekîrî ya Mîmar Sînan li dar dixin. BDP û HDK'ê têkildarî mitîngê li avahiya BDP'ê ya Edene civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edene Ugur Bayrak, Edamê Meclîsa BDP'ê Îbahîm Yakut, Berdevkê Lijneya Rêveber ê HDK'ê yê Edene Guven Boga û rêveberên BDP'ê tevlî civînê bûn. Li ser navê komê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edene Ugur Bayrak axivî û diyar kir ku, ew dê bi rêxistinên sivîl ên civakî re gelek bernameyan li dar xistin û "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" ya di 25-26'ê gulanê de pêk hat bîrxist.

EM BANG LI HEMÛ GEL DIKIN JI BO AŞTIYÊ BIQÊRIN

Bayrak anî ziman ku, di 1'ê hezaranê de bi pêşeniya HDK û HDP'ê mitînga bi slogana "Gel ji bo aştî, wekhevî, ked û demokrasiyê li hev tên" li dar dixin û wiha axivî: "Em weke BDP jî dê tevlî vê şahiyê bibin. Ji ber ku pêvajoyek berdewam dike em dê piştgiriyê bidin hemû saziyên tevkariyê bidin vê pêvajoyê. Em bang li hemû gelê xwe dikin tevlî şahiya di dawiya hefteyê de li Edene pêk tê bibin. Rastî jî aştî gelek zore. Şer hêsan e lê aştî na. Em bang li hemû kesên dixwazin tevgeriyê bidin pêvajoyê dikin ku wê rojê li wir bin û ji bo aştî, azad, biratî û wekheviyê biqêrin dikin."

Mitîng dê di 1'ê Hezîranê saet di 18.00'an de li Şanoya Mîmar Sînan pêk bê. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serokê Konseya TTB'ê Ozdemîr Erdogan, parlementer Ertugrul Kurkçu û Ahmet Levent Tuzel, hûnermend Ferhat Tunç û Kadîr Çat dê tevlî mitîngê bibin.