Ji bo meşa ‘Ji Ocalan Re Azadî’ bang hate kirin
Çalakiya ku bi armanca balê bikişîni ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li paytext Parîs a Fransayê hatibû lidarxistin, îro jî dewam kir.
Çalakiya ku bi armanca balê bikişîni ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li paytext Parîs a Fransayê hatibû lidarxistin, îro jî dewam kir.
Li standa agahdarkirinê ya li Qada Chatlete Le Halles a ji aliyê endamên Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancyê, bi sedan belavokên ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tîne ziman hatin belavkirin.
Endamê NCKD a Drancy Efe Torûn ê ku diyar kir ku êdî şert û mercên ku Ocalan li nav dijî qebûl nakin û got: “Êdî kêr gihiştiye hestî”, ji bo maşa ‘Ji Ocalan Re Azadî” ku di 24’ê Hezîranê roja Şemiyê saet 16:00’na li pêşiya Gar de Lest a Parîsê bê lidarxistin kir, banga beşdariya xurt kir.