Ji bo Mereşê li Elmanyayê meş û mîtîng tên lidarxistin

Li hemû Elmanyayê, wê li dijî plana qirkirina Elewiyan a li Mereşê di 15-16'ê Nîsanê de meş bê lidarxistin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) li ser plana qirkirinê ya AKP li Mereşê li dijî Elewiyan dimeşîne, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin, ku AKP'ê piştî têkçûna li Şengal, Rojavayê Kurdistanê û hilbijartinan, konsepta şerê taybet xistiye meriyetê.

NAV-DEM'ê bal kişand ser polîtîkaya kirêt  a AKP li Kurdistanê dimeşîne û diyar kir, kampên AFAD'ê yên ji bo çeteyên DAIŞ'ê li Mereşê tên çêkirin, parçeyekî biçûk ê plana mezin e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dixwazin ji Rihayê heta Dîlokê mîna Koçgirî, Dêrsim û Mereşê Kurdên Elewî qetil bikin. Armanc xerakirina demografiya herêmê û qirkirina Elewiyan e. Hem dixwaze Elewiyan berteref bike, hem gefê li sîstema azadîparêz a li Rojava bixwe, hem jî çeteyên xwe yên li Rojhilata Navîn mîna li Helebê li dijî Kurdan û gelên din bi kar bîne. Em parvekirina pariyê nanê xwe bi mexdûrên şer re weke wezîfeya mirovahiyê dibînin. Lê belê mîna li cihên din hatin çêkirin, dixwazin li Mereşê jî ji bo DAIŞ'ê kampan çêbikin."

JI BO MEŞ Û MÎTÎNGAN BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku dijderketina li plana dagirkeriyê ya li Mereşê, wezîfeya mirovahiyê ye û hat gotin, "Weke NAV-DEM'ê tevî Hewldana Mereşê ya Ewropa, Yekîtiya Hêzê û pêkhateyên ABDEM'ê, em ê bi şiyara 'Deste nede deşta me, dest nede rûmeta me' li hemû bajarên Elmanyayê di 15-16'ê Nîsanê de meş û mîtîngan lidar bixin. Em bang li hemû pêkhateyên xwe dikin, ku bi xurtî beşdarî meş û mîtîngên ji bo xwedîderketina li Mereşê bibin."