Ji bo merasima cenazeyê Sakîne Cansiz lêpirsîn
Ji bo merasima cenazeyê Sakîne Cansiz lêpirsîn
Ji bo merasima cenazeyê Sakîne Cansiz lêpirsîn
Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê û Serdozgerê Komarê yê bi Payeya Tabet ê Meletiyê derbarê merasîma cenazeyê yek ji damezrênerên PKK'ê Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hate qetilkirin û di 18'ê çileyê de li Dêrsimê bi tevlîbûna 10 hezaran kes tevlîbûn de lêpirsîn da destpêkirin.
Cenazeyê damezrênerên PKK'ê Sakîne Cansiz a ku di 9'ê çileyê de li Parîsa paytexta Fransayê hate qetilkirin di 18'ê çileyê de li Dêrsimê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hatibû definkirin. Derbarê merasîma cenaze ya ji bo Cansiz pêk hat lêpirsîn hate destpêkirin. Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê axaftinên Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrsimê Şerafettîn Halîs, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn û Serokê Giştî yê Komeleyên Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul ên di merasîma cenaze de kirin lêkolîn da destpêkirin. Hate ragihandin ku heke di axaftinan de hêmanên sûc bên tesbîtkirin dê derbarê 2 wekîlên mafê wan ê destnedayî heye fezleke bên amadekirin û ji Wezareta Dadê re bên şandin. Derbarê kesên din de jî heke pêdivî pê hebe dê dozê vebikin.
Hate hînbûn ku dema lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê berdewam dikir, Serdogerê Komarê yê bi Rayeya Taybet ê Meletiyê jî têkildarî merasîma cenaze de lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê yekê dozgerê bi rayeya taybet dosyaya lêpirsînê ya Serdozgerê Komarê yê Dêrsimê wergirt û kirin yek.
Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê li ser fermana Serdozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet ê Meletiyê dosyaya amadekir dê bişîne Meletiyê.