Ji bo Mandela peyamên destpêkê

Ji bo Mandela peyamên destpêkê

Li dû wefata lîderê efsanewî yê Efrîka Başûr Mandela, lîderên cîhanê peyaman diweşînin.

Piştî wefata Mandela, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama civîneke çapemeniyê lidar xist. Obama ji bo Mandela diyar kir ku ji bendewariya ji mirovekî wêdetir Mandela serketinek mezin bi dest xistiye û got, "Îro ew çû mala xwe û me jî mirovê herî bi bandor, mirovê herî wêrek û mirovê herî baş ê cîhanê winda kir. Ew êdî ne tenê kesekî dema me ye, êdî mirovekî serdeman e."

Obama di axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Mandela ên li ser îdealên civaka demokratîk û azad û ragihand ku Mandela ev îdealên xwe bicih aniye.

Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron jî der barê wefata Mandela de got, "Di ser cîhanê re ronahiyeke mezin bihurî." 

Cameron di hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê de got, "Nelson Mandela lehengê dema me bû. Min xwest ala li Serokwezaretiyê bi nîvî were daxistin."

Serokê Giştî yê Partiya Karker a li mûxalefeta Îngilîstanê Ed Mîlîband jî got, "Cîhanê, lehengê global ê dema me winda kir. Nelson Mandela wateya rastîn a wêrekî, hêvî û aştiyê nîşanî me da. Bila serê malbata wî, dostên wî û tevahiya gelê Efrîka Başûr sax be."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon jî anî ziman ku Serokdewletê berê yê Efrîka Başûr nîşan da ku bi bawerî, bi xeyalkirin û bi xebata bi hevre re nîşan da ku ji bo mirovahî û edaletê dikare çi bê kirin.

Ban Kî-moon di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan a bi wesîleya wefata Mandela de diyar kir ku Mandela ji bo edaletê têkoşiya û got, "Li gelemperiya cîhanê, gelek mirov ketin bin bandora têkoşîna wî ya fedekar a ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê."

Ban Kî-moon ragihand ku Mandela bi kesayetiya xwe ya biryardar û têkoşer re, di warê bidawîkirina cihêkariya li Komara Efrîna Başûr û gelemperiya cîhanê serketineke mezin bi dest xistiye û destnîşan kir ku piştî jiyana girtî ya 27 salan a Mandela, Efrîkayeke Başûr a nû ya li ser diygalo û lihevkirinê, hatiye avakirin.