Ji bo lêçûnên leşkerî protesto bike xwe şewitand
Ji bo lêçûnên leşkerî protesto bike xwe şewitand
Ji bo lêçûnên leşkerî protesto bike xwe şewitand
Li Japonyayê, Japonekî nerazîbûn nîşanî biryarên nû yên ji bo zêdekirina kapasîteya cengê ya artêşê da, xwe şewitand.
Japonekî nerazîbûn nîşanî polîtîkayên nû yên parastinê, ku dixwaze kapasîteya cengê ya artêşê zêde bike, li Parka Hibiya ya li ber Qesra Împaratoriyê ya li Tokyo xwe şewitand. Çalakger rakirin nexweşxaneyê, lê li gel hemû destwerdanên tibî jî nehat rizgarkirin.
Polîsê ku li cihê bûyerê lêkolîn kir, metnek ji aliyê çalakvan ve hatibû nivîsandin dît. Hat ragihandin ku di nivîsê de rexneyên giran li Serokwezîr Shinzo Abe û Hikûmeta Japonya hatine kirin.