Ji bo kongreya HDP’ê milyonek vexwendinname

Ji bo kongreya HDP’ê ya di 11’ê Sibatê de milyonek vexwendinname hatin amadekirin. Ji qada navneteweyî jî gelek kes hatin vexwendin.

Amadekariyên Kongreya Mezin a Giştî ya HDP’ê ya 3’emîn didome ya ku ew ê di 11’ê Sibatê de li Enqereyê were lidarxistin.

Li 8 herêman ji 100’î zêdetir konferans hatin lidarxistin û ji bo kongreyê jî milyonek vexwendinname hatin amadekirin û şandin.

Tê payîn ku ji qada navneteweyî jî gelek kes beşdarî kongreyê bibin. Ji 300 kesên di qada navneteweyî de dixebitin, vexwendinname hatin şandin.

Ji Endama Rêxistina Rizgariyê ya Gel a Fîlîstînê Leyla Xalid, Serokê Partiya Karkeran ê Îngîltereyê Jeremy Corbyn, fîlozofê navdar Noam Chomsky jî vexwendinname hatiye şandin.

Di heman demê de ji Afrîkaya Başûr heta Kuba, Venezûella û Sûriyeyê ji gelek nûnerên partî û rêxistinan vexwendinname hatiye şandin.

Kongre wê li Eywana Sporê ya Arenayê ya Enqereyê were lidarxistin. Ji bo ewlehiya hundir û derve wê bi kêmanî hezar kes ji aliyê HDP’ê ve werin peywirdarkirin.