Ji bo kongreya Elewiyan bangawazî

Ji bo kongreya Elewiyan bangawazî

Komeleya Elewiyên Azad û Demokratîk (KEAD) dê 3'yemîn kongreya xwe pêk bîne. Serokê Komeleya Elewiyên Azad û Demokratîk Îbrahîm Erdogan banga beşdarbûna kongreyê kir û wiha got: "Li gorî baweriya me divê ji hemû baweriyan re rêz bê girtin. KEAD dê li gorî xeta me ya dîrokî xwe ji nû ve dîzayn bike."

Komeleya Elewiyên Azad û Demokratîk ku 4 sal berê hat avakirin dê 3'emîn kongreya xwe li Mala Cem ya Gaziyê pêk bîne. Endamê Lijneya Rêveberiya KEAD'ê Îmam Balsever diyar kir ku elewî di têkoşîna xwe de bi biryar in û wiha got: "Li hemberî elewî û kurdan, polîtîkayên komarê yên pişaftin, zext, îmha û înkarê didomin. Wekî KEAD her tim em ligel mazlûman cih digirin û em ê vê sekna xwe bidomînin."

Balsever anî ziman ku dewlet dixwaze elewiyên ku piştgiriyê didin karker û mazlûman bê bandor bikin û wiha axivî: "Mebesta polîtîkayên tirkirin û sunîkirinê ku li hember elewî û kurdan tên meşandin diyar in. Hikûmeta AKP'ê hemû fikrên din tune dihesibîne. Hemû tiştên li ser navê demokratîkbûnê tên avêtin derew in. Ne ji bo elewiyan, ne jî ji bo kurd, ermenî û gelên din tiştekî baş nehatiye kirin. Polîtîkayên AKP'ê yên pêşîlêvekirinê îro veguheriye zext û zordariyê." Balsever da zanîn ku dê her tim li hember neheqiyan dengê xwe bilind bikin û xwe bi rêxistin bikin.

Seroka Konseya Kongreyê Elmas Çalişkan anî ziman ku jin di hemû xebatên komeleyê de cih digirin û wiha got: "Ger jin bên li vir bi awayekî aktîf tevli xebatan bibin, dê pirsgirêka xwe ya baweriyê çareser bikin. Ger em bixwazin demokrasiyê bi cih bikin û bixwazin baweriya elewetiyê bijîn, divê jin û ciwanên me bi awayekî aktîf tevli xebatan bibin. Ev rastiyeke diyalektîk e. Divê hemû jin li ser vê esasê tevli xebatan û têkoşînê bibin."

Serokê komeleyê û pîrê elewiyan Îbrahîm Erdogan da zanîn ku di baweriya elewiyan de têgeha 'pîr' tê wateya sazîbûnê û wiha got: "Li gorî baweriya me bêyî ku netew, an jî rengê kesekî bê pirsîn, li gel mazlûman cih digirin." Erdogan anî ziman ku pîrên ku ji bo berjewendiyên xwe piştgiriyê didin dewletê, zirareke mezin didin baweriya elewîtiyê û wiha got: "Ji salên 1920'î heta niha bi destê dewletê gelek qetlîam pêk hatin. Li hember vê yekê, gelek pîrên elewî, wekî ku tiştek nebûye diçin li ser wan kursî û maseyên bi xwîn rûdinên." Erdogan bi bîrxist ku KEAD 4 sal berê hatiye avakirin û wiha got : "Li gorî baweriya me divê ji hemû baweriyan re rêz bê girtin. KEAD dê li gorî xeta me ya dîrokî xwe ji nû ve dîzayn bike.Ger pêwîst bike em ê jî wekî mezinên xwe yên wekî; Mensûrê Xelac, Pîr Sultan Abdal, Seyîd Riza û Elîşêr berdêlan bidin. Lê tu caran em dev ji riya xwe bernadin."