'Ji bo Kobanê em ê li qada navneteweyî bikevin nava hewldanan'
'Ji bo Kobanê em ê li qada navneteweyî bikevin nava hewldanan'
'Ji bo Kobanê em ê li qada navneteweyî bikevin nava hewldanan'
Sekreterê Giştî yê Malî yê Egîtîm Senê Abdûllah Karahan ku weke nûnerê sendîkaya ser bi KESK'ê çû Kobanê da xuyakirin ku ji bo rastiya Kobanê li platformên navneteweyî bê nîqaşkirin, ew li nav sendîkayên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê (YE) di nava hewldanan de ne.
Gelek rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û tevgerên siyasî tên ser sînorê Pirsûsê û piştgiriyê didin Kurdên ji Kobane. Nerazîbûna li vê rewşa ku şerê ji ber êrîşên DAIŞ'ê derxist holê, zêde dibe. Endam û rêveberên KESK'ê, bi armanca piştevaiya gelê Kobanê di nava tevgerê de ne.
Sekreterê Giştî yê Malî yê Egîtîm Senê Abdûllah Karahan çû Kobanê û rewşa heyî li cih şopand.i Karahan diyar kir ku ji roja destpêkirina koçberiyê û vir ve nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan nêzîkatiyek xizmetê ji alîkariya însanî re dike nîne.
Karahan da xuyakirin ku Kurdên hatine Pirsûsê dixwazin vegerin Kobanê lê belê, Tirkiye destûra vegerê nade û ev yek jî nîşan dide ku Tirkiye dixwaze herêmê vala bike. Karahan got, "Hikûmet dibêje em amade ne, lê ev yek nîşan dide ku ti bernameyeke xwe nîne. Mirovên em bi wan re axivîn gotin ku ew ji bo demeke kurt hatine û ew ê vegerin. Berevajî îdîayên di çapemeniyê de tên bilêvkirin, hatineke demdirêj nîne. Ne pêkane ku haya hikûmetê ji pêkanînên li wir tinebe. Me bi mirovên hatine hilbijartin re jî hevdîtin kirin. Nikarin bi Walî re hevdîtinê bikin."
GILOKA NAKOKIYAN
Karahan çavdêriyên xwe yên li Kobanê vegot û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li gorî çavdêriyên me, DAIŞ li wir nîne. Lê ji bo gundan nikarim heman tiştî bêjim, ji ber ku me ew der nedît. Li wir kontrola YPG'ê heye. Tişta me li wir dît bi awayekî vekirî bêjim; mirovên li wir gelekî xizan e. Tiştek hebû ku her kesî dianî ziman; Eger Tirkiye alîkariyê nade qet nebe bila çekê nede DAIŞ'ê."
Karahan bal kişand ser nûçe û daxuyaniyên li ser êrîşên hin hêzên bi pêşengiya DYA û got, "Tiştekî bi wî rengî tê gotin, lê belê eger êrîşeke wiha hebe, hingî DAIŞ çawa dikare bi ewçend çekên giran li wir bimîne? Di vir de nakokiyek heye. Bi awayekî xwe li wir xwedî dikin. Tê gotin ku Tirkiye di berdêla berdana dîlgirtiyan de alîkarî daye wan. Kesekî ku nizane nîne ku ji roja destpêkirian şerê li Sûriyeyê û vir ve, ev hêz xwe ji Tirkiyeyê xwedî dike, Tirkiye çekan dide van. Her kes dizane ku çete çawa li Tirkiyeyê bicih bûne, hatine perwerdekirin û çawa tên tedawîkirin."
'ASTENGIYÊN HIKÛMETÊ HENE'
Karahan ragihand ku li Kobanê ji tenduristiyê heta xwarinê hînê gelek pirsgirêk hene û got, "Kobanê ev 3 sal in hatiye dorpêçkirin. Ji aliyê Bakur ve tenê derî heye, lê belê tê gotin ku ji vî derî jî alîkariyeke gelekî kêm a însanî tê. Bi vî rengî ne pêkane ku bersiv ji pêwîstiyên li wir re bê dayîn. Refleksên hikûmeta navendî, nîşaneke ji bo astengkirina alîkariyên rêxistinên sivîl e. Me ev yek li wir dîtin. Sê sal in ew der îzole ye. Hewl dide bi derfetên xwe re li ser piyan bimîne. Hem astengî heye hem jî ji ber şer rewşeke ku nikare hilberîne heye."
'HELWEST Û GOTINÊN HIKÛMETÊ DEREW E'
Karahan diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Rojava, polîtîkayeke xwedîkirina çeteyan, nedîtina Kurdan, nenaskirina Kurdan e û wiha dewam kir: "Daxuyaniya hikûmetê ya 'ji Sûriyeyê kî tê bila bê, em cihêkariyê naxin navbera wan' dereweke vala ye. Li wir hatiye dîtin. Çavdêriyên me bi vî rengî ye. Ji bo Kurd statuyekê qezenç nekin, dor li Kurdan tê girtin."
‘EM Ê LI PLATFORMÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN NAVA HEWLDANAN’
Karahan da zanîn ku di mijara rê û rêbazê ragihandina alîkariya însanî de weke endamên KESK'ê ew li ser vekirina korîdoreke alîkariyê dixebitin û got, "Di dema pêş de di serî de Egîtîm Sen û KESK, em ê bi hemû saziyên xwe re alîkariyê bidin. Li gorî derfetên xwe em ê banga alîkariyê bikin. Li gel vê yekê, me nivîs ji Enternasyona Perwerdeyê ya ku em endamên wê ne û hemû sendîkayên perwerdeyê yên welatên din re nivîsandin. Em ê ji Yekîtiya Ewropayê daxwaza hevdîtinê bikin. Ji bo rewşa heyî ji aliyê tevahiya cîhanê bê dîtin, em ê di nava hewldanan de bin. Şaxên me yên li herêmê wê bi şêweyê nobedgirtinê, li wir bin. Em ê çavdêriyên xwe mîna raporekê pêşkêş bikin."