Ji bo Kobanê bi Koreyî dûa kirin

Ji bo Kobanê bi Koreyî dûa kirin

Yun San Çol ê Koreyî ku ji bo beşdarî konferansekê bibe li Stenbolê bû, bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê hat ser sînor û got, "Bila Xwedê hêzê bide her kesên li Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoş in. Em ê jî ji bo Kurdan û azadiya wan dûa bikin."

Ji her ol, ziman, nîjad û derdorên derdorên civakî mirov li cem berxwedana Kobanê ya veguheriye "rûmeta mirovahiyê" cih digire. Berxwedana Kobanê ya ku mînaka herî bedew a piştevaniya enternasyonalîst e û xeta sînor a çalakiyên nobedê yên ji bo destkirina vê berxwedanê tên lidarxistin, vê carê ji dûayên Koreyî re şahidî kir.

'EZ ŞER DINASIM'

5 karsaz û akademîsyenên ji Koreya Başûr ên ji bo konferansek li Stenbolê hatin Tirkiyeyê, hatin Pirsûsê, li ser sînor berê xwe dan Kobanê û bi zimanê xwe dûa kirin. Yun San Çol da xuyakirin ku ew beriya niha bi malbata xwe re çûye Sûriye û Wanê û derfeta naskirina Kurdan dîtiye, gelekî ji Kurdan hez kiriye û anî ziman ku ew baş dizane şer hilweşîneke bi çi rengî ye. Çol diyar kir ku ji bo xwe nêzî têkoşîn û êşa gelê Kurd bike, ji bo destekê bide têkoşîna wan ew hatiye ser sînorê Kobanê.

KOREYÎ JI BO KURDAN DÛA DIKIN

Yon San Çol da zanîn ku DAIŞ şebekeyeke hov a kuştinê ye û got, "Xwedê naxwaze mirov êşê bikşîne, dixwaze hemû gel bi ziman û ola xwe bi awayekî azad bijîn. Ez têkoşîna Kurdan a ji bo parastina welat, ziman û rûmeta xwe mafdar dibînim û destekê didim."

Çok ragihand ku Koreyî rewşa li Kobanê ji nêz ve dişopînin û hemû Koreyî ji bo serketina hêzên Kurd û pêkhatina aştiyê dûa dikin. Çol got, "Bila Xwedê hêzê bide her kesên li Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoş in. Ji ber ku Xwedê her tim li cem mafdfar û mirovên rast e. Em ê jî ji bo Kurdan û azadiya wan dûa bikin."

'BERXWEDANA MAFDFAR BI HER ZIMANÎ BEDEW E BIJÎ KOBANÊ'

Koreyî dûre li gundê Mehserê cihê nobeda berxwedanê, berê xwe dan Kobanê û mîna ayînekê bi zimanê xwe ji bo Kobanê dûa kirin.

Koreyî dûre dirûşma "Bijî Kobanê" ya bi israr ji gundiyan hîn bû, gelek caran dubare kirin û hewl dan dengê xwe bigihînin Kobanê.