Ji bo Kobanê banga çalakiyê ya global
Ji bo Kobanê banga çalakiyê ya global
Ji bo Kobanê banga çalakiyê ya global
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û herêmên derdora wê, gelek siyasetmedar, zanyar, rewşenbîr, fîlozof û rêxistinên civakî yên sivîl ên ji gelek welatên cîhanê, banga çalakiyê kirin. Di banga ji aliyê 130 kesayet û saziyên tên naskirin de, tê xwestin ku di 1'ê Mijdarê saet di 14'an de li hemû welatên cîhanê ji bo Kobanê meş werin lidarxistin.
Di bangawaziya bi sernavê "Li dijî DAIŞ'ê, ji bo Kobanê û mirovahiyê li gelemperiya cîhanê banga çalakiyê" de hat ragihandin ku DAIŞ'ê di 15'ê Îlonê de li hemberî bajarê Kobanê ji gelek aliyan ve dest bi êrîşê kiriye û ev yek, ji Adara 2014'an û vir ve êrîşa sêyemîn a mezin e.
Di bangawaziyê de hat ragihandin ku her du êrîşên destpêkê yên li hemberî Kobanê bêbandor hatine kirin û hat destnîşankirin, ku DAIŞ ji bo bajêr bi dest bixe, hemû hêzên xwe civandiye.
Di dewama bangawaziyê de hat diyarkirin ku şervanên YPG û YPJ'ê hêviya yekane ya gelê Kobanê ye û hat gotin, "Di Çileya derbasbûyî de, Kurdên li Rojava sîstema xwe ya rêveberiya xweser a bi şêweyê sê kantonan xistin meriyetê. Ji van kantonan Kobanê ji aliyê bakur ve xwedî sînorê Tirkiyeyê ye, lê aliyên wê yên din herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê de ne.
DAIŞ'ê bi bikaranîna çekên giran ên Amerîkî, ket nav Kobanê. Bi sed hezaran mirov bi gefeke qirkirinê re rû bi rû ne. Gelê Kobanê bi çekên sivik ên di destê xwe de, li dijî êrîşên barbarî yên van çeteyan li ber xwe didin û ji bo rizgariyê jî bi tenê ji yekîneyên YPG û YPJ'ê bawer dikin.
BAL HAT KIŞANDIN SER ALÎKARIYÊN ENDAMÊ KOALÎSYONÊ TIRKIYEYÊ YÊN JI BO DAIŞ'Ê
Di metna bangê de hat gotin, "Ji ber vê yekê girîng e, ji bo destekkirina Kobanê û dijderketina DAIŞ'ê li gelemperiya cîhanê çalakî bên lidarxistin" û hat ragihandin ku koalîsyona li dijî DAIŞ'ê li gel şahidiyê ji qirkirinekê dike jî, desteka pêwîst nedaye berxwedana Kurdan.
Bangawaziyê wiha dewam kir: "Koalîsyonê berpirsyarî û ferzên hiqûqa navneteweyî bicih neanî. Di serî de Tirkiye gelek welatên endamên tifaqê, li şûna yên pêwîstiya wan pê heye, desteka malî û leşkerî didin DAIŞ'ê."
BANGA; DI 1'Ê MIJDARÊ DE LI GELEMPERIYA CÎHANÊ JI BO KOBANÊ LI QADAN BIN
Di bangawaziyê de ji civaka navneteweyî hat xwestin ku destekê bide berxwedana Kurdan a li Kobanê û hat destnîşankirin ku ji bo demokrasî li Rojhilata Navîn reh ber de nav erdê, ev girîng e. Di bangawaziyê de hat gotin, "Modela rêveberiya otonom û xweseriya demokratîk a li Rojava, ji bo hemû gelên li Sûriyeyê mînakek e. Ev model hemû derdoran di nava xwe de vedihewîne, laîk e û derfetê dide ku cihêrengî di nava xwe de yekîtiya xwe çê bikin."
Ji bo di kesayetiya Kobanê de qirkirina tê xwestin li hemberî hemû gelên din bê kirin were astengkirin banga liv û tevgerê hat kirin û hat xwestin ku di 1'ê Mijdarê saet di 14:00 de li tevahiya cîhanê çalakiyên piştgirîdayînê bên lidarxistin.
Metna bangêl bi van gotinan bi dawî bû: "Dem hatiye ku êdî ji hemû aktorên navneteweyî re peyama 'siyaseteke din pêkan e' bê dayîn. Em dixwazin tevahiya gelên cîhanê piştevaniya Kobanê bikin. Ji bo bêjin 'Kobanê Hawar e' em bang li we dikin ku beşdarî roja çalakiyê bibin. Destekê bidin berxwedana li dijî DAIŞ'ê! Destekê bidin Kobanê û mirovahiyê! Niha dem dema tevgerê ye!
Di nava kesayetên banga beşdariya li çalakiyên destekkirina Kobanê yên 1'ê Mijdarê kirin e de; Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esquivel, Zanyarê Ziman û Fîlozofê navdar ê Amerîkî Prof. Noam Chomsky, parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê Luisa Morgantini û endamên Kamera Lordan û Avam a Brîtanyayê hene. Her wiha gelek zaynar, siyasetmedar, rewşenbîr, rojanemayn, hiqûqnas, sazî û komeleyên mafên mirovan ên ji Ewropa, Amerîka Latîn, Hîndîstan, Pakîstan û ji gelek deverên din ên cîhanê mora xwe avêtine binê vê bangê.