Ji bo Kitay li Hambûrgê merasîmek hate lidarxistin

Ji bo Siyasetmedarê Kurd Yavûz Kitay ên roja Duşemê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, merasîmek hate lidarxistin.

Piştî ku cenazeyê Serokê berê yê HDP’ê yê bajarê Çewligê Yavûz Kitay anîn Mizgefta Şeyh Seîd û şûnde, li vir darbesta bi rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin.

Di axaftinên merasîmê de hatin kirin, hate gotin ku Kitay di tevahî jiyana xwe de ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn kiriye.

Parlemetera HDP’ê ya bajarê Şirnexê Sevahîr Bayindir jî li ser navê NCKD a Hambûrgê axivî û anî ziman ku Kitay li dijî zilma dewletê li ber xwe da û got: “Em minetarê hemû şehîd û Yavûz Kitay in. Em ê têkoşîna wan a mayîn bidomînin.”

Siyasetmedarê Kurd Şervan Çewlik jî axivî û diyar kir ku gelek endamên malvata Kitay di nava tevgera azadiyê kurd de cih girtine, got Kitay ‘Şehîdê dawî’ yê malbatê ye.

Ji bo definkirina cenazeyê Kitay wê roja Çarşemê ji bo Çewlikê bê rêkirin. Ji bo Kitay li NCKD a Hambûrgê konê sersaxiyê hate dayîn.

Kitay ê zewicî û xwdî du zarokan sala 1977’an di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de cihê xwe girtiye. Kitay bi dehê caran hatiye girtin û êşkencekirin. Kitay di tevahî jiyana xwe ya siyasî de li nava DEHAP, HADEP, DTP, BDP û HDP’ê de ji erkê serokatiyê bigire heta gelek erkên cuda cuda girtiye ser milê xwe. Kitay ê berî 9 mehan berê xwe dabû Elmanya, roja Duşemê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.