Ji bo Kaçeroglû hemû çalakiyên li Îzmîrê hatin betalkirin
Ji bo Kaçeroglû hemû çalakiyên li Îzmîrê hatin betalkirin
Ji bo Kaçeroglû hemû çalakiyên li Îzmîrê hatin betalkirin
Ji bo merasîma cenazeyê Ekrem Kaçeroglû yê di êrîşa polîsan û faşîstan de birîndar bû û îro ber destê sibehê jiyana xwe ji dest da, saziyên Kurd ên li Îzmîrê çalakiyên xw betal kirin.
Piştî ku hat bihîstin Ekrem Kaçeroglû yê di dema çalakiya protestokirina êrîşên DAIŞ'ê de bi guleya ji çekên polîs û faşîstan hat berdan ji serê xwe birîndar bû û îro danê sibê jiyana xwe ji dest da, saziyên Kurdan ên li Îzmîrê hemû çalakiyên xwe betal kirin.
Cenazeyê Kaçeroglû piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî wê saet di 15:00 de bînin Mizgefa Navendî ya Çamkûleyê û li dû bicihanîna wecîbeyên olî wê li Goristana Taxa Altindagê bê veşartin.