Ji bo înşaeta li Valîdebag biryara rawestandinê

Ji bo înşaeta li Valîdebag biryara rawestandinê

Biryar hat girtin ku heta pêvajoya dadgehê bi dawî bibe, înşaeta li Valîdebag bê rawestandin.

Li Valîdebag li hember înşaeta qeçax a mizgeftê ku ev 9 roj in nerazîbûn didomin, di mijara rawestandina înşaetê de biryar hat girtin.

Têkîldarî eraziya li rex Valîdebag a ji bo ji îmarê re bê vekirin 7. Dadgeha Îdareyê, biryara ji bo parsela 178. betal kiribû, lê belê şaredariyê tevî vê jî înşaet dewam kir.

Îro piştî civîna dilxwazin Valîdebag û Şaredariya Uskudar a li Qeymeqamtiya Uskudar biryar hat girtin ku heta pêvajoya dadgehê bi encam bibe înşaet bê rawestandin.