Ji bo hevşaredara berê ya Nisêbînê Kaya 16 sal ceza hate birîn

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku ji Çileya 2017’an û vir ve girtiye, 16 sal cezayê girtîgehê lê birîn.

Sara Kaya di 13’ê Çileya 2017’an de di operasyoneke serdegirtina malan a li mala wê hate girtin. Kaya a ji erka wê hate girtin, qeyûm li cihê wê hate danîn.

Rûniştina biryara doza Kaya jê tê darezandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat.

Kaya ji ‘Xirakirina yekîtî û yekrêziya dewletê’ û ‘Endamtiya rêxistinê’ tê sûcdarkirin.

Kaya bi rêya Sîstema Dîmen û Deng a Yekbûyî (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tevlî rûniştinê bû.

Dadgehê derbarê Kaya de daxwaza cezayê muebetê kir. Kaya ya ku sûcên li ser xwe red kir, diyar kir ku komployek pêk hatiye. Parêzerên Kaya jî anî ziman ku dosya şanoyeke û daxwaza berdana Kaya kirin.

Heyeta dadgehê ya piştî demek kin biryara xwe eşkere kir, diyar kir ku ji sûcê ‘Xirakirina Yekîtî û yekrêziya dewletê’ Kaya beraet kir û ji sûcê ‘Endamtiya rêxistinê’ 9 sal ceza lê birî. Lê heyeta dadgehê bi vê têr nebû, ceza zêde kir û cezayê Kaya gihand 13 sal û 6 mehan. Her wiha Dadgehê bi îdîdaya ‘erka xwe xirab bikar aniye’ 6 meh û di îdîaya ‘Gel bi kîn û neferet rakiriye’ jî 2 sal ceza da Kaya.