Ji bo hevdîtina Ocalan a cejnê serlêdan hate kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya her sê girtiyên li Îmraliyê, ji bo hevdîtina cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, xuşka wî Fatma Ocalan û parêzerên wî ji bo hevdîtinê serî lê dan.

Her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê jî, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi heman awayî ji bo hevdîtinê serî lê dan.

Malbatan bi serlêdanên xwe yên dawîn ji 11’ê Îlona 2016’an ve bû 80 car ku serî lê didin.

Parêzer jî ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve bi muwekîlê xwe Ocalan nikarin hevdîtinê bikin. Serlêdana parêzeran a 762’an bi hincetên ‘hewa ne xweş e’, ‘koster xerabe ye’, ‘koster di tamîrê de ye’ û ‘Rewşa Awarte’ hatibû redkirin.