Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Malbat û vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi Ocalan serlêdan kirin.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, Mazlûm Dînç ê ku vasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  e, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e, ji bo hevdînê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza a Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê jî dan.

Ji 25’ê Adara 2021!’an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin.