Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Raziya Ozturk, Ibrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî bi 8 salan 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Gulanê û 7'ê Tebaxa 2019'an miwekîlê xwe dîtibûn.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 'Nexşerêya'' ya Rêberê Gelê Kurd ku 2009'an dabû Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû hincet û 23'yê Îlonê qedexeya hevditinê ya ji bo 6 mehan li ser Rêberê Gel Ocalan danîbû.