Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne serlêdan kirin.

Ji parêzerên Ocalan ê li Îmralî girtî ye, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal û Mezlûm Dîç ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, carekî din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû.

Parêzerên Ocalan piştî 8 salan û şûnde 2’yê Gulan, piştre jî 22’yê Gulan, 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîran û herî dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin pêk anîbû.  Serlêdanên heta sala 2019’an bi hincetên kêfî dihatin astengkirin, êdî ne erênî û ne jî nerênî bersivek nayê dayîn.