Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlen xwe serlêdaneke nû kirin.

Rêzan Sarica, Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu yên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, daxwaza hevdîtinê ragihandin ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re.

Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê Gulanê de, di 12’ê Hezîranê û di 18’ê Hezîranê de muwekîlê xwe Ocalan dîtibûn.