Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bê qebûlkirin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Serlêdana parêzeran a sêşemiyê bi hinceta "kêştî xirabe ye" hatibû astengkirin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 559 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 155 caran ji bo biçim Îmraliyê serî li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.