Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serîlêdana 747’emîn
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Girava Îmraliyê cara 747’an serî lê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Girava Îmraliyê cara 747’an serî lê dan.
Parêzerên Ocalan Ebrû Gunay, Mazlûm Dînç û Mûharrem Şahîn ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
746 serîlêdanên parêzeran ên ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve, bi hincetên kêfî hatibû redkirin. Bi salan hincetên wekî ‘rewşa hewayê’, ‘koster xerabe ye’, ‘koster tê tamîrkirin’ hate nîşandan û piştî sala 2016’an jî hinceta ‘Rewşa Awarte’ li van hincetan hate zêdekirin.