Ji bo Heskîf û Sûrê wê li 20 welatan çalakî bên kirin

Bi wesîleya Roja Çalakiyê ya Global a ji bo Heskîf û Sûrê wê li 20 welatan çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin.

Rêxistinên Hawirdorparêz û Ekolojîst ji bo balê bikişînin ser Heskîfa 12 hezar salî ku ji ber Bendava Ilisû wê di nava avê de bimîne û rewşa navçeya Sûrê ya Amedê ku 7 hezar salî ye, wê sibe li 20 welatan çalakiyan bikin.

Di serî de li DYA, Elmanya, Rûsya, Îran û Iraqê wê li 20 welatan di çarçoveya Roja Çalakiyê ya Global a ji bo Heskîf û Sûrê de xwepêşandan bên lidarxistin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî çalakî hatine plankirin.

Li Seyîr Tepesî ya Heskîfê wê saet 12'an daxuyanî bê dayin û wê saet 15:30'î fîlmê 'Suyun Olum Tarîhî' yê li ser têkoşîna berxwedana Heskîfê li Sendîkaya Petrol-Îşê bê nîşandan.

Li Amedê piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Ûlûcamî ya Sûrê, wê li taxên Alîpaşa û Lalebeyê lêkolîn werin kirin. Dûre wê helbest bên xwendin, stran bên gotin û dokûmanter were nîşandan.

Li Stenbolê, li ber Lîseya Galatasarayê wê daxuyanî were dayin. Li Îzmîrê jî li ber Navenda Çandê ya Bergamayê wê daxuyanî bê dayin.

Li Wan, Antalya û Enqereyê jî wê çalakî bên lidarxistin.