Ji bo Hecî Şerîf Sanri û sê kurê wî mewlud hat dayîn

Ji bo Hecî Şerîf Sanri û sê kurê wî mewlud hat dayîn

Di  nava gel de bavê 3 şehîd û mamê 3 şehîdan ku di tekoşîna azadiye de jiyana xwe ji dest dane tê naskirin. Ji bo milisê  Fermandarê gerîlayî efsanevî Egît (Mahsum Kormaz) mamê Hecî Şerîf Sanri û sê cangoriyê azadiyê bi mevludekî hatin bi bîr anîn. Mevlûda ku bi munasebeta bîranîna Hecî Şerîf, kurê wî şehit Xalît, şehit Dersîm û şehit Baran hat dayîn de merasimek pêk hat. Di merasîmê de bal kişandin ser erk û berpirsiyariya demê û ji gelê Kurd hat xwestin ku li dijî êrîşên li ser gelê Rojava alîkarî bên xurtkirin.

 Gelê Kurd cangoriyên tekoşînê bibîr tîne. Li Kampa Şehît Rustem a wargeha peranbera a Maxmurê ji bo bîranîna sê bira û bavê qan hecî Şerîf Sanli mevludek hat dayîn. Li ser navê saziya malbatên şehidan Mamosta Sofî axaftinek kir û got; “Şehîden gelê Kurdistanê bi xeyala Kurdistanek, civakek û Rêberekî azad tekoşîn dimeşandin û canê xwe fedakirin.” Endamê meclisa demokratik  a gelê wargehê Cihan Eren jî bal kişand ser nirxên gelê Kurd ên manevî ku bi tekoşînê hatin avakirin û got; “Di diroka mirovahiyê de tu kes bi mal û milk nehatiya naskirin lê kesên ku maneviyata wan xurt nirxên mirovahiyê parastine, her tim cihê xwe di rupelê dîrokê de girtine.” Kurê mam Şerîf û birayên sê şehîda Yusuf jî spasiya xwe pêşkêşî gel kir got: “Şehit nirxên gelê Kurdistanê ne.”

ŞEHÎT HÊZA TEKOŞÎNÊ NE!

Merasima ku bi dekeyek rêzgirtinê dest pêkir û axaftina vekirina merasimê li ser navê sazîya malbatê Şehîda a wargehê Mamosta Sofi kir û got: “Bîranîna şehîdan hêza tekoşîna me ye.” Sofî di berdevamkirina axaftina xwe de anî ziman ku niha li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya devletên heremê û dewleta kapitalist ên dersthilatdar, komên çete êrîşên Kurdan dikin û dixwazin destkeftiyên wan tunebikin, Kurdan ji holê rakin. Sofi bal kişand ser polîtikayên Hikûmeta Herema Federal a Kurdistanê û got, “Tişten ku ji aliye hikûmeta heremê ve tên kirin ne biratî hizmeta dijmin dike.”

Sofî  da zanîn ku münasebete bîranîna cangoriyê tekoşînê şehîd Xalit, Dersîm û Baran kombûne û wiha pêde çû; “Şehit bi xewn û xeyalên mezin, berjêvendiyên xwe yên kesayetî û malbatî dane alîyekî, giyana xwe ji bo welatê xwe feda dikin. Ji ber vê berpirsîyarême pir girîngin û pir girînge ku em xwedî li xewn, xeyal û armanca wan derbikevin.

DIXWAZIN LI ROJAVA KURDA TINEBIKIN!

Ji bo xwedî derketina li şehîdan, li gor pêvajoya ku mirov têde derbas dibe, tişten ku Rêberiya me, tekoşîname dixwaze li gor hêza xwe em tevli bibin û li berpirsyariyê demê derbikevin. Îro di kesayeta Rojavayê Kurdistanê de hemû hêz û komên çeta êrîşen nirx û rûmeta Kurda dikin û dixwazin ji holê rakin û carekedin Kurda tinebikin. Şoreşeke pir bi rumet dimeşe. Jin, kal, pîr û zarok ji boy şeref û rumeta xwe biparêzin şev û roj li berxwe didin, tekoşînê dimeşînin. Divê vekî malbat, wargeh û gel em vê rastiye bibinin û ciyê xwe di navde bigrin.” Sofî di dawiya axaftina xwede got, vekî wargeh pêviste em bêtir rêxistin û sazîya xwe xwurt bikin.

‘ÇAVKANIYA HÊZEME ŞEHÎDÊ ME NE’

Endamê meclisa demokratik  a gelê wargehê Cihan Eren jî di şexsiyetê sê birayên şehit de şehîden cangorî bibîranî û wiha berdevam kir: “Ji ber rastiyên tekoşîna azadiya me munasebetên bi vî rengî em gelek caran li dardixin. Bi van munasebetan em erk û berpirsiyariyên xwe cardin digrin berçav. Bi vî rengî em xwe perverde dikin û di vîcdan de em xwe di ber çav re derbas dikin. Rêbertî jî dibêjê çavkaniya hêza me, şehîdên me ne. Tiştên her tim di bîrame de be, pêyviste her tim ev terazî di distê me de be. Mam Şerîf bavê sê şehîdan, apê sê şehîdan û bavê dû gerîla bû. Heta vî temenê xwe bi pîvanên welatparêziyê jiyan xwe meşandiye.”

JIYANEKE BI TEKOŞÎN!

Heci Şerîf Sanrî yên ku 3’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, 1917’an de li herema Botanê li Gundikê Melê hatî dinyayê. Hecî Şerîf bi destpêka tekoşîna ku gerîlayên PKK li Botanê dest pê kir ve têkîlîyên xwe li gel gerîla danî û ji fermandarê gerîla yê efsanevî Egîd (Mahsum Korkmaz) re milîsî kir. Ji ber welatparêz bu Hecî Şerîf rastî terora devlata Tirk hat û neçar ma gundê xwe berde û li ser axa xwe 20 salan koçber jiyan bike. Hecî Şerîfê ku bi walatparêziya xwe dihat naskirin her tim rastî zext û zora dijmin hat. Sê zarokên Hecî Şerîf bi navê Xalit, Dersîm û Baran di nava tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. Ji derveyî hersê zarokên Hecî Şerîf sê biraziyê wîn û gelek şehîdên din çêbûn. Lewra hîn yek keç, yek ji law du neviyên Hecî Şerîf di nav refên gerîla de tekoşînê dimeşînin.