Ji bo HDP’iyên ku hatibûn revandin serî li dozgeriyê dan

Ji bo Lîder Polat û Cîhan Cîtgez ên HDP’î ku ji aliyê polîsan ve hate revandin û sîxûrî lê hatin ferzkirin, serî li dozgeriyê hate dayîn.

Kesên xwe wekî polîs dabûn nasîn 27'ê Tebaxê Endamên Meclîsa Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lîder Polat revandibûn. Kesên xwe wekî polîs dabûn nasîn, xwestibûn ku Polat bibe sîxur. Piştre çavê wî girtin û ew avêtin tenişta rê. Piştî têkildarî revandina wî dîmen derketin holê, Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Nagehan Avçil, bi sedema “Kesê revandine ji huriyeta xwe dûr xistine, bi muameleya xerab re rû bi rû hiştine, aramî û sukûneta wî xera kirine," serî li Serdozgeriya Komarê ya Anadolu ya Stenbolê da û xwest doz bê vekirin.

Avçil, dîsa ji bo Rêveberê HDP'ê yê Navçeya Sultangazî Cîhan Çitgez ê di 24'ê Tebaxê de kesên xwe wekî polîs dan nasîn û ew revandin de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê da û xwest di derbarê sûcdaran de doz bê vekirin. Kesên ji wesayîta Renault Clio Hatchback daketin Çitgez revandin û çavê wî girtin û destê wî girê dan. Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Nagehan Avçil, serî li dozgeriyê da û anî ziman ku muwekilê wê Çitgez anîye ziman ku plakeya wesayîtê a 34 NJ tê bîra wî û kesên ew revandine seranserî rê êşkence li wî kirine û gef li wî xwarine.

Parêzer Avçil, diyar kir ku Çitgez 5 saetan bi êşkenceyê re rû bi rû maye û piştre li qada daristanê ya Habiblerê serbest berdane.