Ji bo Guneş ê hatî revandin, serî li ÎHD’ê dan

Malbata Gokhan Guneş ê hatî revandin serî li ÎHD’ê da. HDP û ESP ên ku nerazîbûn nîşanî desthilata AKP-MHP’ê dan, bal kişandin ku ‘Wezîrê Karê Hundir lîderê çeteyan e’.

Gokhan Guneş ê dema ji mala xwe ya li Îkîtellî diçû kar ji otobusa Başakşehîr peya bû, 20’ê Çileyê ji aliyê kesên nenas ve bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û revandin. Dîmanên ku dema direvînin li ser  tevnên dijîtal hatin parvekirin, malbat û xizmên Guneş serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbol a li Beyoglûyê da û piştre daxuyaniyek da çapemeniyê.

Parlementerên HDP’ê Mûsa Pîroglû, Alî Kenanoglû, Mûrat Çepnî û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu tevlî civînê bûn.

Li salonê pankarta bi nivîsa ‘Gokhan Guneş 20’ê Çileyê ji aliyê hêzên dewletê ve hate revandin’ hate hildan û hate gotin ku ji revandin Guneş rayedarên dewletê berpirs in.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî anî ziman ku ev şêwaz salên 90’î pir bûn, diyar kir ku ji ber encamên polîtîkayên necezakirinê ev bûyerên revandinê zêdetir bûne.

Dayika Guneş Nazîfe Guneş ji rayedaran pirsa Kurê xwe kir ku li kû ye.

Xwişka Guneş Gulhayat Guneş diyar kir ku dîmenên dema revandina kekê wî li ba wan in, nerazîbûn nîşanî dewletê da.

Dayika Berkîn Elvan Gulserem Elvan jî got: “Berpirs Wezîrê Karê Hundir e.”

Parêzerê malbat Guneş û Gokhan Guneş Sezgîn Ûçar jî diyar kir ku divê wezaret daxuyaniyek bide.

Parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû jî bal kişand ku ‘Wezîrê Karê Hundir lîderê çeteyan e’.

Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî destnîîşan kir ku polîtîkayên sîxûrkirin û alîkariyê yên desthilatê bi rêxistinkirî tê kirin.

Piştî daxuyaniyan malbata Guneş serî li ÎHD’ê da.

Rêxistinên ESP’ê yên Edene û Mêrdînê jî revandin protesto kirin.