Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan
Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan
Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan
Li Enqereyê bi armanca bale bikişînin ser rewşa girtiyên nexşwe standa îmzeyan hate danîn.
Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehê terkî mirinê kirine Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê, Nûnertiya TUHAD FED ya Enqereyê û gelek rêxistinên civaka sivîl, li ser Cadeya Yuksel standa îmzeyan danîn.
Li cihê stand lê vekirin pankartên “Ji bo girtiyên nexweş bên berdan tu jî îmzeyekê bi avêje” daliqandin. Her wiha pankartên ku navên gelek girtiyên nexweş lê nivîsîn jî hatin daliqandin.
Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê û TUHAD FED’ê ku stand vekirin dane diyarkirin ku, niha li girtîgehê bi sedan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin li benda mirinê ne û pêwîste rayagiştî li hemberî vê hişyar be. Bi vekirina standê re hate dîtin ku gelek welatiyên şiyar îmze avêtin. Li cihê stand hat vekirin danezan jî hatin belavkirin. Herwiha eleqeya welatiyan balkişand.