Ji bo girtiyên nexweş ji Enqere û Stenbolê bang
Li Enqere û Stenbolê Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş Re Azadî û ÎHD, ji bo girtiyên nexweş daket kolanan. Di çalakiyan de berdana girtiyên nexweş û dermankirina wan hatin xwestin.

ENQERE
Endamên Hasta Mahpûslara Ozgurluk Însiyatîfî (Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş Re Azadî) di çalakiya 97’emîn de li Cadeya Yukselê civiyan Di çalakiyê de pankarta “Demildest Girtiyên Nexweş Berdin” hate vekirin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Seçîl Şîş daxuyanî xwend, encamên rapora TÛHAD-FED’ê parve kir û diyar kir ku di vê meha bihurî de 600 girtî hatine sirgûnkirin. Dîsa bal kişand ser lêgerînên tazî, cezayên dîsîplînê, qedexeyên ragihandinê, li ser rewşa rêveberê berê yê ÎHD’a Êlihê Ahmet Demîr rawestiya got: “Tevî doz dewam dike jî, bi awayekî bêhiqûqî ew avêtine hucreyek yekkesî.”
Şîş destnîşan kir ku nameyên Ergîn Aktaş ê her du destên wî jî nin û rapora wî ya dibêje nikare di zindanê de bimîne heye, nagihêje derve.
Şîs herî dawî ev agahî parve kir: “Rewşa Celal Şeker ê şandine Girtîgeha Tîpa D a Amedê jî ji ber şertên nebaş û nebesiya dermankirinê her ku diçe xirab dibe. Dîsa nexweşê Tuberkulozê Ûlaş Denîz jî naşînin kontrolan.”
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî ji bo balkişandina ser pirsgirêkên girtiyên nexweş di hefteya 218. de li Qada Galatasarayê bûn.
Di çalakiyê de têkîldarî rewşa girtiyê nexweş Ercan Tarikçi yê di Girtîgeha Tîpa L a Entalyayê de agahî hatin parvekirin. Li ser navê komîsyonê Taylan Bekîn axivî, got Tarikçi sala 2001’an hatiye girtin, sala 2007’an ji ber teşxîsa nerehetiya di sîstema wî ya hezmê de nehate kirin, ev nexweşî hê pêş ketiye û jiyan li Tarikçi kiriye cehenem.
Bekîn xwest Tarikçi bê berdan û dermankirin.