Ji bo girtiyên nexweş azadî hate xwestin
Ji bo girtiyên nexweş azadî hate xwestin
Ji bo girtiyên nexweş azadî hate xwestin
Di 76'emîn çalakiya rûniştinê "F" de, endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê bal kişand ser rewşa tenduristiya Hesen Aslan ê 85 salî ku ev 22 sal in girtiye û li ser rewşa Serdal Sayakê nexweşê Sîlîkoziyê. ÎHD'yiyan xwest ku her du girtiyên nexweş jî serbest werin berdan.
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristîya girtiyên nexweş, 76'emîn çalakiya rûniştinên "F"yê li ber Lîseya Galatasarayê li dar xist. ÎHD'yiyan di çalakiyê de bal kişand li ser rewşa tenduristiya Hasan Aslan ê ev 22 sal in girtî ye û li ser nexweşiya Serdal Sayak ku nexweşê Sîlîkozîsê ye. Di çalakiyê de ku pankartên "Tecrîd dikuje, Bila Girtîgehên Tîpa "F" werin girtin" û "Em naxwazin mirin li girtîgehan çêbin, Bila Girtiyên Nexweş serbest werin berdan" hatin vekirin, bêyî navber dirûşmên "Rûmeta Mirovahiyê dê zora îşkenceyê bibe" û "Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan" berze kirin.
Di çalakiyê de pêşiyê, Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê Umît Efe axivî û di destpêkê de Parêzkara mafên mirovan a bi nav Dîdar Şensoy ku di dema têkoşîna xwe de ya li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Efeyê destnîşan kir ku Dîdar Şensoyê 1ê Rezbera 1987'an di gava meşeke li dijî girtîgehan de bi encama destwerdana polêsan, jiyana xwe ji dest daye, pê re Efeyê bal kişand ku hîn jî ew binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Piştî Efeyê, li ser navê Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê, Mîne Nazeriyê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Nazeriyê anî zimên ku "Hasan Aslan ku di sala 1992'an de cezaya mûebetê ya girankirî wergirtiye û ev demeke dirêj e ku bi nexweşînên wekî bayê binêm-biîltîhap, êşa çav, zikêş, astim, bêhntengî û KOAHê ketiye." Li aliyê din, Efeyê diyar kir ku Aslan bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û got ku sûnceke mezin a mirovahiyê ye ku girtî û hikûmxwariyên ji 70 salî mezintir ên bi nexweşînên giran ketine li girtîgehan werin girtin. Efeyê ragihand ku "Serdal Sayak beriya 6 salan gava di karê spîkirina şalên qot de dixebitî, bi nexweşîna Sîlîkozîsê ketiye û di sala 2011'ê de jî bi ser doza KCKê hatiye girtin." Efeyê got ku "Tevî ku rapora nexweşxaneyê ya li ser 'Sayak nikare li girtîgehê bimîne', heye jî; hîn jî serbest nayê berdan." Efeyê xwest ku her du girtî jî serbest werin berdan û hişyar kir ku heke mirin çêbin; berpirsiyar Wezareta Dadê ye.
Çalakî piştî daxuyaniyê ligel dirûşman bi dawî bû.