Ji bo girtiyên nexweş 228 find hatin pêxistin

Ji bo girtiyên nexweş 228 find hatin pêxistin

Hemû şaxên ÎHD'ê ji bo piştgiriyê bidin nexweşên giran bi 228 findan li li ber deriyên girtîgehan çalakî pêk anîn. Parazvanên mafên mirovan diyar kirin ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Li girtîgehan ji 578 girtiyên nexweş rewşa 228 girtiyan giran e û divê serbest bên berdan. Lê tevî nexweşiya giran serbest nayên berdan. Şaxên ÎHD'ê bi boneya balê bikişînîn ser rewşa 228 girtiyên nexweşên giran li Qada Galatasarayê ya Stenbolê, Şaredariya Xizmetê ya Colemêrgê, Sumerbang a Berê ya Konakê ya Îzmirê, Parka Zarokê Azad a Mêrsînê, Parka Ataturk ya Êlihê çalakiyên hevdem pêk anîn. Di hemû çalakiyan de endam û rêveberên ÎHD'ê û rêveberên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. ÎHD'ê di çalakiyan de ji bo 228 girtiyên nexweş 228 find pêxistin. Di çalakiyan de daxuyaniyên hevpar hatin dayîn û bi dirûşmayan xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Çalakî piştî pêxistina findan û rûniştinê bi dawî bûn.