Ji bo girtiyên ku ranekirin nexweşxanê serî li Dadgeha Bilind da 

OHD'ê ji bo ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L'yê ya Bakirkoyê ranekirin nexweşxanê serî li Dadgeha Bilind a Tirk da.

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L'yê ya Bakirkoyê li dijî tecrîda li ser Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûne greva birçîbûnê, piştî bidawîbûna greva birçîbûnê hê jî ranekirina nexweşxane. Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek ên ku di rojiya mirinê de bûn, li ser zexta raya giştî her çendî rakirin nexweşxanê jîheman rojê dîsa birin girtîgehê.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) li dijî vê binpêkirina li Girtîgeha Bakirkoê serî li Dadgeha Bilind a Tirk da.

Di serlêdanê de hate goitn li girtîgehê serûm dane girtiyan, li gel ku 3 roj di ser bidawîbûna greva birçîbûnê re derbas bûne jî hê jî girtî ranekirine nexweşanê û hate goitn, ''Di grevên birçîbûnê yên domdirêj de, divê ji hêla pisporan ve kontrola wan were kirin.''

Bi berdewamî hate destnîşankirin li ser jiyana girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê talokeya mirinê heye û hate gotin, ''Ji ber vê sedemê, ji ber ku li ser jiyana girtiyan talokeya mirinê heye, bi daxwaza tevdîrê me serî li Dadgeha Bilind daye.''