Ji bo girtiyê nexweş Kemal Avci biryara berdanê

Ji bo girtiyê nexweş Kemal Avci biryara berdanê

Girtiyê nexweşê penceşêrê Kemal Avci ji doza dihate darezandin biryara serbest berdanê hate dayîn. Çav lê ye ku piştî karûbarên fermî ên Avci temambûn, serbest bê berdan.

Girtî Kemal Avci ku qansera mîde lê ye û li girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 2 ya Tekîrdagê ye, serlêdana parêzeran ya serbest berdanê hate qebûl kirin.

Cezayê salek û 3 meh cezayê girtîgehê yê ku Avci ji ber “heqaret li gardiyana” kiriye girtibû, parêzeran serlêdana wê kir û ji ber hêjan karûbarên fermî bidawî nebûne Avci îro nehate berdan. Parêzeran da diyarkirin ku, dema karûbarên fermî xilas bûn dê Avci serbest were berdan.

Kemal Avci ji ber ku 10’ê Kanûna 2012’an ji bo piştgiriya girtiya siyasî Nebîha Araci li ber Nexweşxaneya Okmeydaniyê tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû hate girtin û bi îdiaya “Endamê DHKP/C ye” dihate darezandin.

Dema ku Avci girtîbû, beriya vê jî ji ber “heqaret li gardiyan kiriye” salek û 3 meh ceza xwar.