Ji bo girtina Mûhammet ji ber xwe ve sûcek afirandin

Têkildarî girtina Mûhammet Orhan ê 17 salî ku li Wanê di dema çalakiyên şermezarkirina qeyûm de hate binçavkirin hincetek nehate peydakirin. Ji ber vê jî delîlekî nû yê sûc bi navê "Şopandina bi çav a polîsan" peyda kirin.

BINÇAVKIRINA LI WANÊ

Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Wanê ku her kesên desteserkirina mazbatayê şermezar dikirin weke 'Endamê rêxistinê' pênase kir, tevî ku delîlek li ber destan tine bû jî Mûhammet Orhan ê 17 salî li gorî rapor û çavdêriya polîsan bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' girt.

Li Wanê di dema çalakiyên şermezarkirina qeyûm û piştî wê de bi sedan kes hatin binçavkirin ku yek ji wan jî Mûhammet Orhan ê 17 salî bû. Orhan ji ber ku di dema binçavkirinê de ji kamerayan re dikeniya ji aliyê raya giştî ve weke 'Zarokê rû li ken' hate pênasekirin. Piştî binçavkirina 2 rojan bi daxwaza Dozgeriya Komarê ya Wanê ji bo girtinê radestî dadgehê hate kirin. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Wanê bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' biryara girtina Mûhammet Orhan da.

ÇALAKGERÊN ŞERMEZARKIRINÊ KIR 'ENDAMÊN RÊXISTINÊ'

Dadgehê kesên ku tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûn weke 'endamên rêxistinê' pênase kir û têkildarî Mûhammet Orhan jî îdîa kir ku 'gumanbar bi çavan dihate şopandin û di encamê de hate girtin'. Dadgehê ev çavdêrî weke delîlekî şênber qebûl kir û ji xwe re kir hinceta girtina Mûhammet Orhan.

'ÇAVDÊRÎ DELÎL NÎNE'

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras girtina Mûhammet Orhan nirxand û got, "Çavdêrî delîlek nîne. Raporên hêzên ewlekariyê jî delîl nîne. Di darizandina ceza de eger îdîayeke we hebe divê hûn bi delîlên şênber ispat bikin. Nirxandina ku hatiye kirin hiqûqî nîne. Delîlekî bi navê çavdêriyê nîne. Di bûyerên civakî de çavdêriya polîsan li dijî herikîna xwezayî ya jiyanê ye. Hewl didin bi çavdêriyê delîlekî biafirînin. Em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Divê dadgeh di vê mijarê de biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bibînin. Divê delîlekî şênber hebe, naxwe binpêkirin e."

'HINCET PÊWÎST BÛ, EW JÎ JI XWE RE ÇÊKIRINE'

Parêzerê Mûhammet Orhan Diyar Kesercî jî anî ziman ku di wêneyên polîsan nîşan dan de wêneyê Mûhammet Orhan nîne û got, "Di wêneyan de nîne lê belê çavê polîs weke delîl nîşan didin."

Diyar Kesercî diyar kir ku wêne nîne, dîmen nîne û got, "Hate binçavkirin û diviyabû hincetekê ji xwe re peyda bikin. Ev yek jî ji xwe re kirin hincet."