Ji bo Girtîgeha Şakranê banga lezgîn: Bila daxwaz werin qebûlkirin
Li Girtîgeha Alîaga Şakranê ku he roj bi binpêkirineke girantir dikeve rojevê girtiyên siyasî ev 10 roj in dest bi girêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine.
Li Girtîgeha Alîaga Şakranê ku he roj bi binpêkirineke girantir dikeve rojevê girtiyên siyasî ev 10 roj in dest bi girêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine.
Nûneta Însîyatîva Hevgirtinê ya bi Zindanan re Selma Altan banga lezgîn li raya giştî kir û xwest ku şandeyek ji bo lêkolînê bike bişînin girtîgehê.
18 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Alîaga Şakraê li dijî binpêkirinên mafan, êşkenceya fizîkî û psîkolojîk 15’ê Sibatê dest bi girêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin. Girêv kete roja 10’an, ji beşa T2’yê 8, ji beşa T3’yê 5 û ji beşa jinan jî 5 girtî tevlî girêvê bûne.
Li Girtîgeha Şakranê êşkence hê jî berdewam dike. 14’ê Sibatê 40 qerdiyan li koxuşan geriyan û gotin girtiyan ‚’ Pêlavên derînin’ Yusuf Ozdemîr, Yusuf Aydin, Firat Çalkan û Vahdettin Budak ev kirinên kêfî qebûl nekirin û ji bo vê jî êşkence li wan hate kirin û ew birin odeya singêrkirî.
Di encama êşkenceyê de li ser rûyê Yusuf Ozdemîr şopa êşkenceyê ma. Ozdemîr rakirin revîrê û rapora ‚’lê hatiye xistin’ grit. Dîsa li girtiyê nexweş ê bi navê Yilmaz Suncak xistin lê doktor rapor neda.
Girtiyan ku bi rêya malbatên xwe dixwazin dengê xwe bidin bihîstin, ji bo ku li girtîgehê bi lezgînî tecrîd, êşkence û binpêkirina mafan bi dawî bibe, bang li raya giştî kirin.
Daxwazên girtiyan wiha ne:
Bila tedawiya nexweşan were kirin. Di dema hijmartina girtiyan de divê rawesta nîzamî bi dawî bibe. Bila qerdiyan bi giştî bi ser koxuşan de negirin. Di dema hevdîtinan de bila dawî li tacîzên qerdiyanan were. Bila dawî li sînordarkirna aktîvîteyên sosyal û pirtûkan were. Bila ferzkirina qerta bi stû ve were rakirin. Bila di navbera koxuşan de têkilî hebe. Dawî li zexta sîstematîk were.’’
Nûnera Însîyatîva Hevgirtina Bi Zindanana re Selma Altan diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan û êşkence bûye sîstematîk, ji kontrolê derketiye û xwest ku bi lezgînî şandeyek ji bo kontrolê bişînin gritîgehan. Altan got, ‚’girtî biryardar in ku girêvê bidomînin. Heta ku daxwaza wan were pêkanîn wê girêvê bidomînin. Şertên li girtîgehan her ku diçe girantir dibe. Bi Rewşa Awarte re binpêkirina mafan pir zêdetir bûn. Êşkenceya fizîkî û psîkolojîk hema hema her roj li Şakranê tê jiyîn. Kirinên dijî rûmeta mirovahiyê têne kirin. Li dijî vê jî girtiyan dest bi girêva birçîbûnê kirin.’’
Altan banga lezgîn li raya giştî û Rêxistinên Saziyên Sivîl kir.
Girtiyên ku di Girêva Birçîbûnê de ne, Girtîgeha Şakran T2 : Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mustafa Akaş, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Erhan Erguz, Murat Duran, Kasım Ozdemir.
Şakran T3 Kapalı: Zana Yaktİn, İhsan Balkaş, Ozgur Guçlu, Ozkan Yaşar, Aslan İlhan.
Ji duh ve li Girtîgeha Şakranê ya jinan Şakran Kadın Cezaevi’nde: Hurrriyet Dogan, Mahsune Şedal, Cîhan Asî, Meryem Soylemez, Gurbet Ozturk.