Ji bo gerîllayê TKP/ML-TÎKKO’yê Hasan Ateş bang li Dêrsimiyan hate kirin

Malbatên Şehîd û Girtiyan ên Partîzanê ji bo xwedîlêderketina cenazeyê gerîllayê TKP/ML-TÎKKO Hasan Ataş bang li gelê Dêrsimê kir. Ataş di 2’ê Hezîranê de di şerê li dijî dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Cenazeyê gerîlla Ataş piştî ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate stendin wê li Cemxaneya Dêrsimê ji bo cenaze merasîmek were lidarxistin. Tê payin ku piştî testa DNA wê cenaze bidin malbatê. Cenaze wê li gundê Pulhan a Mêzgirê were veşartin.

TKP/ML-TÎKKO’yê di 3’ê Hezîranê de diyar kiribû ku gerîlla Ataş di 2’ê Hezîrana 2020’an de li bejahiya Buyukkoy-Hacibîrîma Pilûra Dêrsimê di şer de şehîd bûye.

TKP/ML-TÎKKO’yê ji bo xwedîlêderketina cenazeyê Ataş bang li gelê Dêrsimê kir.