Ji bo gerîlayên MKP-HKO li Stanbolê merasîm

Ji bo gerîlayên MKP-HKO li Stanbolê merasîm

Li Dêrsimê, cenazeyên 3 gerîlayên di sala 1994'an de jiyana xwe ji dest dan û li herêmên gerîla hatin definkirin, radestî malbatan hatin kirin. Piştî merasîma li Stenbolê, wê cenaze bişînin cihê lê ji dayik bûne.

Gerîlayên ku di sala 1994’an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan û ji ber sedemê ewlekariyê li herêmên gêrîla hatin definkirin Mehmed Doganoglu (Pir Ahmet), Daimi Kişin (Piro şîar) û Nihat Aydin (Taylan), cenazeyên wan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. 

Gerîlayên MKP-HKO ku di 19’ê Tîrmeha 1994’an de li geliyê gundê Ziyratê yê Pulur jiyana xwe ji dest dabûn, piştî cihê gora wan hatin dîtin malbatan cenaze wergirtin û cenaze birin saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Piştî karûbarê lêkolîna li vir xilas bûn cenaze ji bo tespîta nasnameyê şandin saziya Tiba Edlî ya Stanbolê. 

Piştî karûbarê nasnamê li Saziya Tiba Adlî a Stanbolê xilas bû 3 canaze radestî malbatên wan hatin kirin. 

Îro di seat 12.00 an de Federasyona Demokratîk a Gelan wê ji bo 3 gerîlayan li Mala Cem a Alibeykoy de merasîmek çê bike.

Piştî merasîmê cenaze ji bo definkirinê wê bêne rêkirina welatê wan Çewlîg û Dêrsimê.