Ji bo gerîlayê HPG’ê Yusuf Aktar li Êlihê mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Yusuf Aktar li Êlihê mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Yusuf Aktar (Egîd Botan) ji aliyê MEYADER û malbatê ve mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Yusuf Aktar (Egîd Botan) ê di sala 2011’an de jiyana xwe ji dest da ji aliyê MEYADER û malbatê ve li Taxa Beşevler a Êlihê li mala şînê mewlûd hat dayîn. Ligel endamên MEYADER, rêxistina BDP’ê, HDK, KURDÎ-DER, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, malbatên gerîlayên HPG’ê û bi dehan kes di mewlûdê de amade bûn. Li cihê ku mewlûd hat dayîn wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayê HPG’ê Yusuf Aktar, alên PKK’ê û KCK’ê hatin daliqandin. Meleyên Komeleya Alimên Ol (DA-DER) mewlûda bi kurdî xwendin. Piştî xwendina mewlûdê nûnerê Şaxa MEYADER a Êlihê Ekrem Degîrmencî axaftineke kurt kir. Degîrmencî got, "Divê gelê Kurd ji bo azadiya nifşên nû têkoşîna xwe bilind bike.”
Keça gerîlayê HPG’ê Yusuf Aktar, Sîdar Dag ku ji bo bavê xwe û rêhevalên bavê xwe, helbestek xwend diyar kir ku wê ciwan li kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane xwedî derkevin.
Piştî xwarinê mewlûd bi dawî bû.