Ji bo gerîlayê HPG’ê Veysî Abî mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Veysî Abî mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Veysî Abî mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Veysî Abî (Seyfî Comert) ê li Herêma Federal a Kurdistanê qada Garê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da ku taziye hatibû dayîn piştî mewlûdê bi dawî bû.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Veysî Abî (Seyfî Comert) ê li Herêma Federal a Kurdistanê di 29’ê Hezîrana 2010’an de di encama êrîşa hewayî de li qada Garê jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Xaçort a Wanê ku konê taziyê hatibû vedan îro mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de parlamenterên BDP’ê yên Wanê Ozdal Uçer û Nazmî Gur, rêveber û endamên BDP, MEYADER, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdar bûn. Piştî deqiqeyek rêzgirtinê Parlamenterê Wanê yê BDP’ê Nazmî Gur got, "Ev têkoşîn bi saya şehîdên me heye. Serê tevayî gelê Kurd sax be.” Bavê gerîlayê HGP’ê Hacî Abî jî wiha axivî: "Em bi şehîdê xwe serbilind in”.
Piştî axaftinan ku mewlûd hat xwendin, taziye bi dawî bû.