Ji bo gerîlayê HPG’ê Şîpal di bin dorpêça polîsan de mewlûd
Ji bo gerîlayê HPG’ê Metîn Şîpal (Baz Modem) ê rojên bihurî li Elkê jiyana xwe ji dest da li Wanê mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Metîn Şîpal (Baz Modem) ê rojên bihurî li Elkê jiyana xwe ji dest da li Wanê mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Metîn Şîpal (Baz Modem) ê rojên bihurî li Elkê jiyana xwe ji dest da li Wanê mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Metîn Şîpal ê ji Wanê yê li Elkê jiyana xwe ji dest da li Mala Taziyeyê ya li Taxa Emînpaşa mewlûd hat dayîn. Ji cîgirên Rêxistina DBP’a Wanê Caziye Dûman, Fadil Bariştiran, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tûgba Hezer, Selamî Ozyaşar, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya, Hatîce Çoban, rêveberên HDP û DBP’ê yên Wanê û gel tevlî mewlûdê bûn. Qada mewlûd hat dayîn bi wesayîtên zirxî, TOMA û tîmên taybet hat dorpêçkirin. Li ser wesayîtên zirxî ku ala Tirk hat daliqandin û timî li qadê digeriyan rastî bertek hatin.
Piştî dûayan û rêzgirtinê Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahim Alkan komkujiya Enqereyê şermezar kir û diyar kir ku pêwîst e xwîna dirije bê rawestandin.
Cîgirê Hevserokê Rêxistina DBP’a Wanê Fadil Bariştiran jî got ku bi operasyonên tinekirinê bersivê didin destê aştiyê yê gelê Kurd.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Selamî Ozyaşar jî got: “Polîtîkayeke hovîtiyê tê meşandin. Mirovatî li erdê tê kaşkirin. Lê wê dîrok helwesta xwe di aliyê yekîtî û hevgirtina gelê Kurd û aştiyê de nîşan bide. Em komkujiya hovane ya li Enqereyê li hember mirovên me yên ku aştî dixwestin pêk hat careke din lanet dikin.”
Bavê gerîlayê HPG’ê Huseyîn Şîpal jî got: “Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Şehîdê têkoşîna mirovatî û azadiyê ye.”
Mewlûd piştî dûayan û xwarinê bi dawî bû.